
Berîya Şêx Adî di cemaeta Êzdîyan de tenê pîr û mirîd hebû ye. Lê gava ku Şêx Adî tê nav Êzdîya, di sedsala XII pê ve cimeata Êzdîyan de gelek guherîn çê dibe. Guhertina heri mezin û girîng şêxtî ye. Şêxtî tê nav cemaetê û şêx dibin mezin û pêşengê cemaetê, her wiha pîr dikevin pey şêxan.
Di navbera şêx û pîran de zewac qedexe ye. Xencî wan, mirîd jî nikarin bi pîr û şêxan re bizewicin. Li alîk din, di navbera van statûyan de transfer jî qedexe ye. Ev sazûmana ku Şêx Adî di cemaeta Êzdîyan de avakirîye hema bêje dişibe sazûmanîya kast a Hîndûyîyan. Jixwe Êzdî bi kesên ku endamên olên dinin re jî nikarin bizewicin. Ev, qedexeyek herî bingehîn e.
Dîsa normek sereke ewe ku, kesek ku ji dê û bavê Êzdî bûbe encax dikare bibe Êzdî û wisa were qebûl kirin.
Di Êzdîyatîyê de herkesek divê şêx û pîrek xwe hebe, her kesek divê bi şêx û pîrek ve girêdayî û dûajoyê wî be. Xêncî vî di nav koman de her kesek kar û barê wî/wê, wezîfeyên wî/wê kifşe ye. Herkes sînorê xwe, cîh û karbidestîyê xwe baş dizane, di van derheqa de mijar zelal e.Di Êzdîyatîyê de piştgirî gelek girîng e. Endamên kom û tebeqayên Êzdîyan dive him di nav xwe de him jî bi kom û tebeqayên din re piştgirîyê hev bin.
Çend Pozisîyonên Girîng yên Qada Ruhanîyê
Prof. Dr. İlhan Kızılhan, di quncika xwe yê di rûpela malpera Rûdawê de bal dikşîne ser dewlemedî û giringîya hîyerarşîya di nav pêşengên ruhanî. Xêncî Kızilhan, T.Reşid jî di pirûka xwe yê ku me li jor behs kir de li ser vê mijarê disene. Gava meriv li ser hîherarşîya Êzdîya hûr dibe, meriv dikare rastî gelek kardestîyên cihêreng bibe.
Civata Ruhanî
Bilindtirîn îdareya birrêvebirina civata Êzdîyan e. Di destê vê civatê de him birêvebirina karên olî him jî yên dunyavî hene.
Mir (Torin)
Serokê Êzdîyan e. Seroktîya mîr ne tenê ji alîyê olè lê ji alîyè civaka sivîl jî bi qîmet e. Ew sembola heyîna Şêx Adî û Melekê Tawis e.
Bavê Şêx
Ji malbata Melek Fexredîn e. Ji alîyê mîr ve tê kifşkirin. Serokê ruhanîye, her cilin spî lê ye. Ji bo xêra Êzdîyan çil roj havînê, çil rojan jî zivistanê rojî digre. Pîsporê olê ye û çîrokên pîroz yên Êzdîyatîyê ji ber xwe zane ye.
Pêşîmam
Ji malbata Şêx Hesen e, Memosteyê pêşîn e. Tenê yên ji şêxên Adanî hatîbin dikarin bibin pêşîmam.
Şêx
Wek tê zanîn peyvek Erebî ye. Serok û rêberên ruhanî yên civakê ne. Xwedî mirîdin. Xeta her şêxekî nûnerîya ji heft melekan yekî ye. Di Êzdîyatîyê de sê şaxên sereke yên şêxa heye: Şemsanî ji Mîr Ezdîna, Adanî, ji Şêx Hesen, Qatanî jî ji Şêx Adî tên. Ya rastirîn xwe wisa beyan û qebûl dikin. Di nav van her sê şaxan de jî gijgijîya serdestîyê heye.
Pîr
Mîsyonerên olê yên herî kevnin. Di nav Êzdîyan de gelek girîngin. Statuya pîran piştî hatina Şêx Adî ket pişt û bin şêxa.
Qewal
Qewalbêjên Êzdîyanin. Helbest û çîrokên olî ji bavên xwe hildidin û jiber dikin. Ji ber ku çavkanîyên nivîskî yên Êzdîyan tune ye, qewilbêj, hafizayên ola Êzdîyanin.
Qewilbêj gund bi gund digerin, merasîma dikin. Li cem xwe hêkelên piçûk yên ku Melek Tawis sembolîze dike digerînin. Kilamên olî dibêjin. Kevirin gulover yên ku ji xalîya Laleşê çêbûye belav dikin. Ev kevir Êzdîyan ji nexweşî û nebaşîyan diparêzin.
Koçek
Dev ji malê Dunyayê berdane, hatine li Laleşa Nûranî bi cîh bûne. Koçek di tunebûne şêx û pîran de ayînên olî idare dikin, mirîyan dişon. Lê wezîfeya wanê heri bingeh di derheqê qeder û aqîbeta rihê mirîyan de agahî didin. Di heman deman de dia û xewna dinirxînin. Tê bawerkirin ku bi Melekê Tawis re rasre rast têkilî datînin. Koçek, li Laleşê bi pêşengên olî ve tên ceribandin.
Di derheqê rastîya vê mijarê de min ji Pîr Silêman Kinik, ku yek ji pîrên cemaeta Êzidîyên Almanya’yê ye, agahî hilda. Çawa ku Pîr Silêman salix dide, koçek ne qedera rihê mirîya, bi berevajîyê, qeder û dûveroja zindîya dişopîne. Heye ku ev mijar di nav cemaeta Êzdîyan de hê zelal nebûbe.
Feqir
Feqîr, yên ku ji malên Dinyayê çûne, tenê xwe pêşkeşê xizmeta Yezdan kirine ne. Kê bixwaze bibe feqîr, divê here daxweza xwe ji Mîr û Baba Şêx re bêje. Xwedî daxwez, eger ku qaîde û ûsûlên olê binpê nekiribe û merivek baş û maqûl be, daxweza wî tê qebûl kirim.
Feqîr, ji bo agirên ku bo Şêx Adî tê vêxistin dar top dikin û dibirin, berpirsîyarên mabedan e. Feqîr di demên tengasî û nexweşîyan de ji bo Êzdîyan dia dikin.
Micewir
Nobedarên mabed û cîwarên pîroz in. Pîşekarin û li gunda wek merivên olê tên qebûlkirin. Kesên mirîd jî dikarin bibin micewir. Micewir li gunda de qedirbilind in.
Kebani
Tevahîyên wan jin in. Bêkarin û jîyana xwe pêşkeşî bawerîya xwe kirine. Kê bixwaze bibe kevanî divè qaîde û ûsûlên olê binpê nekiribin û ji alî du pêşengên olê ve qebûl bibin. Kebanî li mabed û dergehên pîroz de xizmet dikin, ji bo mêvanan xwarin çêdikin, di tengasî û nexweşîyan de dia dikin.
Mirîd
Endamên civaka Êzdîyan e. Mirîd, tenê dikarin bi hev re bizewicin. Her malbatek mirîd xwedîyê şêx û pîrek e. Ev mijar ji alîyê Şêx Adî ve hatiye serrastkirin û nayê guhirandin. Mirîd di hîyerarşîya Êzdîyan de tenê dikarin bibin koçek û feqîr.
Birayê Axîretê
Yê ku li axîretê biratî dike ye. Parêzerê meriv yê axîretê ye. Her kesek Êzdî divê di saxîya xwe de birayekî axîretê bigre. Birayê axîretê divê yan şêx yan jî pîr be.
Ev sazûmana olî ji bo jinan jî heye. Divê her jinek Êzdî jî ji xwe re xwîşkek axîretê bigire.
Ji Nivîsa „Birayên Me yên Jîyanê: Êzdî“ Hatîye girtin.