
Me di beşa yekemîn ya vê gotarê de behsa Alayên Hemîdîye, armanca sazbûna wan, şerê wanê bi Ûris re û di şer de rol û serpêhatîyên Elmecîd Begê kir.
Di vê beşê de emê li ser demajoya sirgûna Elmecîd Begê, hevdîtina wî yê bi Mistefa Kemal re bisenin û di derheqa axirîya emrê wî û wefata wî de agahîyan bidin.
Wek ku me di beşa yekem de jî got, rayedarên “cumhurîyeta teze”, bi taybetî piştî Zagona 1924an, Kurda ji bo silematîya komarê, wek talûkayek potansîyel dibînin. Serbarî ser, bi Zagona Takrîrî Sikûn ku di sala 1925an de qebûl dibe, Kurd idî tune tên hesibandin û weke êleke Tirka binavdibin.1
Lê miletek li ser kaxizan, bi qelem û defteran tune nedibû, jixwe li hember van zagonan reaksîyon jî destpêkiribûn, her çiqas serhildana Şêx Seîd têkçûbû jî, talûke berdewam bû. Ji bo ku bikaribin rê li ber vê talûka potansîyel bigrin, fermana sirgûnan derdixin. Her wiha, di sala 1926an de, serokên eşîra, beg, mezin, rûspî, şêx û meleyên Kurda li rêyên Enedolê dixin… Helbet Elmecîd Beg jî…
Guzergeha Sirgûnê
Elmecîd Beg, di bihara heman salî de, bi zarên xwe Zekî, Xalis û bi Evdila yê birazî xwe ve dertê nefîyê. Di qefleya yekemîn de, bi wan re Bedîûzeman Seîdê Kurdî jî hebûye. Tê gotin ku Bedîûzeman ji bo sirgûna Elmecîd Begê, her carî nerazîbûna xwe dide der û xemgîn dibe.2 Wan teva bi hev re dibin Trabzonê. Li wir li keştîyek kevn dikin, dibin Stenbolê. Ber camîyek mezin peya dikin.3 Dibînin ku li wê derê Huseyîn Paşayê Heyderî, Hecî Mûsa Begê Xoytî yê Mûşê û gelek şexsîyet û mezinên Kurda jî heye.4
Çendek şûnda, ji Stenbolê dibin Bursayê, paşê berê wan didin Qeyserîyê. Qeyserî rawestgeha dawî ye. Li Qeyserîyê Elmecîd Beg, ji bo ku Xalisê kurê wî here memleket jin û zarên wî û tarişên wî bîne, destûr dixwaze. Di demek kurt de destûr dertê. Xalis Beg diçe memleket. Lê rayedarên heremê nahêlin ku Xalis Beg tariş û heywanên xwe bibe. Xalis Beg ji ber vê astengîya ku derxistine pêş wî, ji Mûsa Kazimê ku di enîya Qafqasan de dostê bavê wî bûye, alîkarî dixwaze. Herdik bi hev re diçin cem Asim Paşayê fermandarê artêşa heremê. Ji Asim Paşa destûr dixwazin ku Xalis Beg hetanî biharê bikaribe li memleket bimîne. Xalis Beg dibê “heger ku destûr nedin ezê firar bikim.” Lê Asim Paşa hin menîyan derdixe pêş xwe û alîkarî nake.
Xalis Beg hêvîya xwe jê dibire û diçe Xanzirê, ji bo ku malbat bişîne Qeyserîyê dest bi tevdîra dike. Qismek ji malbatê li Dutaxê ne. Ew jî ji ber ku werin bigihîjin Xanzirê û ji wir bi tomerî herin Qeyserîyê, bi nezareta eskeran ve bi rê dikevin. Lê di rê de, li hinda çîyayê Qiliçgedîkê, hin qaçax rastî wan tên, bi eskeran re pevdiçin û yekî ji wan dikujin. Ev herd qaçax Şikoyê Celalî û Seyîd Mihemed bûne ku waxta şer de di alaya Elmecîd Beg da bûne. Ew şev diçin Xanzirê, lêborîn ji Xalis Beg dixwazin ku bi nezanî bûne sedemê vê bûyarê. Lê dewlet, ji kuştina esker Xalis Beg sûçdar dibîne û ew şev digre.
Sibetirê, ji bo ku Xalis Beg bibin cîhê sirgûnê, bi komek eskeran ve bi rê dikevin. Di rê de, di navbera Zêtka û Xorasanê, di Xana Delal de bêhn didin. Li wir Xalis Beg, bi alîkarîya eskerek Kurmanc ku navê wî Evdilbakî ye, firsend dibîne û direve. Li pey gullebaran dikin. Gullek tenê li hespê wî dikeve û Xalis Beg xilas dibe.5
Xalis Beg ji wir diçe tev li serhildana Agirîyê dibe. Wek tê zanîn, piştî têkçûyîna serhildanê, wê bikeve ber efûyê were, di navbera salên 1950 – 1960î de, di sêrdemê 9, 10 û 11an de, heta derbeya eskerîyê ya Gulana 27a, bibe parlementerê Agirîyê. Piştî derbê jixwe ew jî di girava Yassıadayê de tê girtên û ceza dixwe, li hepsa Qeyserîyê radizê.
Hevdîtina bi Mistefa Kemal re
Elmecîd Beg, jixwe him birîndar e, aciz e, him jî di tengasîya sirgûnîyê de ne, naxwaze idî li wan dera bimîne. Firsendek, rêyek dibîne digihîje walîyê Qeyserîyê. Ji walî dixwaze ku here Enqerê û Mistefa Kemal bibîne. Walî ev daxwaze Elmecîd Begê dişîne Enqerê. Mistefa Kemal, Elmecîd Begê ji şerê Ûris bihîstîye, nas dike. Gava bi daxwaza Elmecîd Beg dihise, rêwerz dide, Elmecîd Beg ji Qeyserîyê dibin Enqerê. Mistefa Kemal gelek qedrê Elmecîd Beg digre, hal û hewalê wî dipirse, dibê “te çima xwestîye min bibînî?” Elmecîd Beg jê dixwaze ku destûran wan derê û bikaribin herin memleket.
Mistefa Kemal, ji Elmecîd Beg re dibêje, “haya min ji qeyremanîya te yê li Şerqê, li hember Ûris heye, wê pêşnîyarek min hebe ji te re. Wek tu dibînê me Enqere xistîye paytext, ezê midurê topîyê bidim cem te, bira te bigerîne, tu kê derê dixwazî bira li ser te qeyd bike, bes neçe, li vir cîhwar be.”
Lê Elmecîd Beg qebûl nake, dibê “ez kalemêrek nexweş im, nikarim li van dera bimînim. Ez gelek ji xelqê xwe jî hez dikim, cîhê min li cem wan e.” Her wiha Elmecîd Beg, xwezîya xwe yê çûyîna nav êl û eşîra xwe dide der. Li ser vî Mistefa Kemal, emir dide, fermana sirgûnê ya li ser wan û li ser kesên din radike. Elmecîd Beg her wiha di sala 1928an de vedigere memleket.6
Veger û Wefat
Lê Elmecîd Beg gava ji sirgûnê vedigere dibîne ku gelek tişt guhirîne. Zexta dewletê li ser malbat û eşîrê zêde bûye, xelk perîşan e, jixwe Xalis jî derketîtîye çîyê, gihîştîye serhildanê.
Piştî du sala ku li ser vegera ji sirgûnê derbas dibe, ji xedarîya birîna çoka wî, tenduristîya Elmecîd Beg hingî diçe xirab dibe. Ji ber ku xazîyê şerê Ûris e, dibin nexweşxaneya eskerî ya Bazîdê. Li wir li nexweşxanê çendek dimîne. Dixtorê eskerîyê dibîne ku îmkana tedawîyê tune ye. Ji ber ku êşa wî kêm bikin derzî û dermanê tevzê didinê.
Di wan deman de, ji bo ku serhildana Agirîyê bişkine, General Salih Omurtak, bi desthilatdarîyek taybet ji Enqerê hatîye Bazîdê. Ji ber ku ew jî salixê Elmecîd Beg bihîstîye, tê nexweşxaneyê, bi Elmecîd Beg û bi tenduristîya wî ve gelek eleqeder dibe. Sohbet dikin, tê gotin ku general di sohbetê de her behs û pirsa Xalis Begê dike.7
Mixabin çend roj şûnda Elmecîd Beg, ji ber ku birîna wî kangren (lareşe) dibe, di havîna 1930 de, li nexweşxanê de wefat dike. Ji ber ku wesyeta wî bûye, malbat dixwaze li Bazîdê, li ber turba Ahmedê Xanî defin bikin. Lê kargerên dewletê yên wê waxtê, destûr nadin. Li ser vî di navbera kargerî û malbatê de nexweşitî dertê. Di dawîyê de General Salih Omurtak malbat îkna dike û cinazê Elmecîd Begê bi merasîmek eskerî dibin Meter8 û li wir, li kêleka gora Şêxê Şehîd hildidin.9-10
1 Nevzat Altıntaş, Demokratik Cumhuriyet’ten Önce ve Sonra Kürtler’in Tarihinde Mustafa Kemal, Gelenek, Sayı 62
2 Şeymus Bingol, Abdülmecit Begê Sîpkî’nin Sürgün Hayatı ile İlgili Bir Araştırma , Yüksek Lisans Tezi, Ankara Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Tarih Anabilim Dalı
3 Heye ku Camîya Siltanahmed be
4 Mehmet İzcî, Abdülmecit Begê Sîpkî ve Ağrı’nın Kurtuluşu, www.dogubeyazıtgazetesi.com
5 Haluk Öztürk, Ağrı Direnişi Liderlerinden Halis Bey, Kürt Tarihi Dergisi, Ocak-Haziran 2017
6-7 Şeymus Bingol – Abdülmecit Begê Sîpkî’nin Sürgün Hayatı ile İlgili Bir Araştırma , Yüksek Lisans Tezi, Ankara Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Tarih Anabilim Dalı
8 Gundek ji İntabê
9 Mehmedê Kazim, Sipkî, Sîpkanlı Aşiret, wwww.semsikiasireti.com
10 Mele Mistefa Bilici