Çîroka Kilama “Dunyayê”

Wek tê zanîn Elmecîd Beg serokê eşîra Sîpkî ye. Lê di nav hîyerarşîya artêşa Osmanî de serdar e. Wek eşîrên mezin yên din, eşîra Sîpkî jî wek konfederasyon e. Di bin baskê Sîpkanîyê de eşîrên wek Birîmî, Mankî, Xelesinî, Batkî, Kurhesinî, Pîrebadî û hin malbatên din hene.

Di sala 1915an de artêşa Ûris dikeve heremê û dest bi erîşan dike. Elmecît Beg li hember erîşan, bi siwarên eşîran ve di her enîyan de tevdigere.

Bi giştî sê alay ji Sîpkîyan saz bûne. Hejmera siwarîyan 1200, yên peyayan (pîyade) dora 600 kesî ye. Girêdayî fermandarîya Erziromê ne û navenda heremî Dutax, Cemalverdî û Hasûna ye.[1]

Lê piştî ku hêzên mezintir ji Ûris tên heremê, berxwedana alayan dikeve tengasîyê û herema Serhedê tev dikeve destê Ûrisan. Li ser vê rewşê wek hêzên din Elmecîd Beg jî vedikişe. Ehlîyên Serhedê mecbûr diminîn li rêyên koçberîyê dikevin û ber bi Botan û Amedê koç dikin. Elmecîd Beg qederek li Farqîn û Sîverekê dimîne. Wan deman de li wan dera nexweşîya kolera hebûye. Kurê Elmecîd Begê yê mezin Tajdîn û birazîyê wî Mexsêyê Silêman Begê bi wê nexweşîyê dikevin û jîyanê xwe ji dest didin.

Di vê navberê de di sala 1917an de li Ûristan Şoreşa Bolşevîk diqewime. Piştî şoreşê, sîyaseta Ûrisan diguhure û hinek ji artêşa xwe vedikişînin. Di bihara heman salê de Elmecîd Beg vedigere Agirîyê û alayên xwe berhev dike.

Elmecîd Beg bi alayên xwe ve li enîyên Pasînler, Milazgir, Dutax, Xelat, Qerekilîs û Qafqasan[2] de şer dike. Di 21ê Sibata 1918an de Xelat, di 14ê Nîsan1918an Dutax, di 15ê Nîsan 1918an de Qerekilîs û di 30ê Cotmeha 1918an de Qers rizgar dike. Di enîya Pasînlera de birîndar dibe. Gule li çoka wî dikeve û ji ber ku navber nedaye şer, birîn pak nabe. Jixwe wê piştî waxta ji wê birîne şehîd bikeve.

Elmecıd Beg di şerên enîyan de her tim li pêş bûye. Li dîwarê Dutaxê, li hinda gundê Esmer, bi taximek pîyadeyên Ûris re pevçûnek çê dibe. Alaya Elmecîd Beg bi agirê topê gelek zeîyat dide. Elmecîd Beg bi darê şûrê dajo ser topê û topa Ûris zeft dike.[3] Heman bûyar li qersê jî diqewime. Ji destê Alaya Elmecîd Beg, Ûris heta çemê Aras vedikişe. Topa duyemîn yê ku Elmecîd Beg zeft dike di vê pevçûnê de diqewime.[4]

Ev herd bûyer ji alî kesên ku heta vê axirîyê hebûne, hatine gotin. Di heman demê de dîsa ev bûyar, şer û pevçûnên din yên Elmecîd Beg di kilamên dengbêjan de gelek hene û hê niha jî tê gotin. Hinek ji wanê herî naskirî kilama “Şerê Xelatê” ye ku Şakiro û Nûroyê Meter gotine.  “Şerê Ûris” Dengbêj Huseyînê Mûşê, “Elmecîd Beg Gola Bazîdê” Dengbêj Mihemedê Panîyê û “Lo Bavo” ye ku Nesoyê Zado û gelek dengbêjê  din gotine ye.

Yek ji wan jî kilama “Dinyayê” ye ku ji Şakiro hatîye bihîstin. Jixwe piştî Şakiro, dengbêjên îro yên welatî û heremî jî gelek dibêjin.

Di kilamê de dengbêj, bi giranî li ser hicûma alaya Elmecît Beg disene. Di rûdana ku kilam behs dike de Elmecît Beg, li Dutaxê, li pêşa girê Esmer ku gundek Dutaxê ye, li hember eskerê Ûris şer dike. Di destê eskerên Ûris de top heye û alaya Elmecît Beg bi agirê vê topê ve gelek zeîyet dide. Li ser vî Elmecît Beg, bi çend siwarê xwe ve dajo ser girê Esmer û eskerên li zer topê têkdibe.


Kilam wek li jêre ye:

Dunyayê Dunyayê

Bê de wayê de wayê

Yê yê de wayê de wayê…

Axao sibe ye li dîharê Dutaxê diketim berî li bê ye

Hicûm hicûma Bavê Xalis Kekê Mexsê ye

Şahde şûdê xazîyê rû dunyayê gelek e li dewrana di dinê ye

Bi zora şûr ajotîye ser topê ye

Top Ûris sitandîye ji destê alayê ye

Bê de wayê de wayê

Yê yê de wayê de wayê…

Ezê ji bona xazîyê rû dunyayê nemînim li dunyayê

Ax li dunyayê hê yê yê ax li dunyayê hê yê yê ax li dunyayê

Axao li dîharê Dutaxa şewitî diketim ji dilê min û te re bi dar û bî ye

Eskerê bavê Xalis Kekê Mexsê dikişîya fenanî sî ye

Şahde şûdê Bavê Xalis Kekê Mexsê li dunyayê pir gelek in

Bi zora şûr ajotîye ser topa Ûris ji destê alayê sitandîye

Hûn ji bo Xwedê şahde bin heger bimire şehîd e

Gidîno, bimîne xazî ye

Bê de wayê de wayê

Yê yê de wayê de wayê…

Ezê ji bona xazîyê rû dunyayê nemînim li dunyayê

Ax li dunyayê hê yê yê ax li dunyayê hê yê yê ax li dunyayê

 


[1] Wîkîpedîa

[2] Qers û navçeyên wê

[3] Di hin çavkanîyan de ev bûyer mîna ku li çîyayê Qiliçgedîkê ku di navbera Dutax û Zêdka de ne, qewimîye behs dibe.

[4] Muhammed Rêber agrininsesi.com

Nach oben scrollen