Hozanê Yezdan û Însana: Homeros

Me cara yekem Homeros ji Yaşar Kemal bihîst. Yaşar Kemal di xeberdanek xwe ya li ser dengbêjan de gotîye, “Evdalê Zeynikê Homerosa Kurda ye.”  Li ser vê gotinê Homeros bala me kişand û em li ser hûr bûn. Gelo kê ye?

Di derheqa jîyana wî de agahî zehf hindik e. Meneya navê wî, di zimanê Greka Antîk de “kole” ye.

Ji ber ku bi awakî awarte behsa rûdanên Şaristanîya Miken ku 4 sedsal berîya zemanê xwe bûye kirîye, hatîye bawerkirin ku Şerê Troyayê dîtîye.  

Zanyarê Îngilîz George Thomson berhema xwe ya “Berîya Dîrokê û Aegean” de dide zanîn ku Homeros li Girava Hiosê de ji dayîk bûye. Lê îhtîmalek ku li Smyrna yê (Îzmîr) jî bûye heye.

Di derbarê jîyan wî de agahîyek din jî ewe ku dibên kor bûye.

Berhemên Wî

Wek tê zanîn, Îlyada û Odysseîa herd destanên wî yên binavûdeng in ku wek şaheserên wêjeya Dinyayê têne hesibandin. Di berhema yekem İlyada de em dibine şahidê Şerê Troyayê. Bi vî neverokê ve Îlyada wek efsaneyek tê qebûlkirin. Bi gorî dîrokzanan Homeros 10 sal piştî Îlyadayê berhema xwe ya duyem Odysseîa nivîsîye. Di ve berhemê de Homeros serpêhatîyên Odysseûs vedibêje. Odysseûs qehremanê sereke ya destanê ye û piştî Şerê Troyayê 10 sal di Behra Spî de dimîne û li wê behre de li macerayên surrealî diqelibe.

Werin em hê di nêz de van herd berhemên bêhempa hûrbikolin.

Îlyada

Homeros, di destanê de behsa temamîya Şerê Troyayê ku 10 sal kişandîye, nake. Tenê behsa 51 rojên dawîyê ya sala nehan dike.  Îlyada, wek helbestî hatîye nivîsê, bi 24 beşî û 16.000 rêzeyan ve temam bûye. Destan bi hêrsa Akhîlleûs ve vedibe û bi cinazê Hektor ve bidawî dibe. Her çiqas ku di destan de tene behsa 51 rojên dawî dibe jî, bi pêşî û paşîyên demê ve qesta gelek rûdanên waxtê dike. Nayê zanîn ku gelo vegotin ça dersbasî nivîsê bûye. Lê Homeros dide zanîn ku “şer li Troya yê ku xwedîyê erde bibereket e” derbas bûye.

Beşa I.

Gazî: Hêrsa Akhîlleûs

Hozan gazî dike û mijara xwe eşkere dike: Hêrsa Akhîlleûs û di nav Akhayan de belavbûna nexweşîya vebayê. Em di nav artêşgeha Akhayîyan yên li Deşta Troyayê de nin. Rahîbê Yezdan Apollon tê û ji Agamemnon Khryseîs ê qîza xwe yê ku dîl hildaya dixwaze. Ji ber ku Agamemnon keçkê nade, Yezdan Apollo nexweşîya vebayê di nav artêşê de belav dike. Artêş, neh roj û neh şev ji nexweşîyê qir dibe.

Kâhin Kalkhas, emir dide ku qeçik were berdanê. Agamemnon razî dibe. Lê wê di dewsa wê de girtîya Akhîlleûs, Brîseîs’ê hilde. Agamemnon, Brîseîs’ê hildide. Akhîlleûs dixeyîde, ji şer vedikişe.

Li ser vê Dîya Akhîlleûs, ji bo ku heyfê hilde ji Xwedavend Thetîs alîkarî dixwaze. Thetîs, dertê Olympos’ê lavayê Zeûs dike. Ji bo ku Akhayî di şer de têk herin Zeûs soz dide ku Akhîlleûs ji şer dûr bigre. Xwedavend Hera ji ber ku piştgirê Akhayîyan e bi Zeûs re şer dike. Yezdan Hephaîstos wana ji hev dike. Piştî wî Hera diçe Agamemnon dibîne.   

Beşa II.

Xewna Agamemnon: Civîn û Hejmartina Keştîyan

Zeûs, xewnek xerîb dişine ji Agamemnon re. Dide zanîn ku wê Troyayê bidestbixe. Agamemnon, Akhayîyan dicivîne, dixwaze wan biceribîne. Têdigihîje ku herkes ji vî şerê ku neh sal e didome kerixîye û dixwazin herne malên xwe.

Artêş dikeve rêza şer. Hozan dîsa gazî dike û serleşker dest bi hejmartina keştîyên xwe dikin. Heman hejmartin ji bo Troyayîyan jî dibe û ew jî dikevine rêza şer.

Beşa III.

Sond: Dîmena Li Ser Sûran, Şerê Yek bi Yek ya Parîs û Menelaos’ê

Herd artêş li hember hev in. Parîs pêşnîyar dike ku bi Menelaos re yek bi yek şer bike. Kê di şer de serbikeve wê Helen’ê hilde. Pêşnîyar tê qebûl kirin. Gazî Prîamos dikin. Sehne diguhure. Prîamos û heyeta rûspîyan dertên ser sûran li şerên yek bi yek dinhêrin. Helen tê, egîdên Akhayîyan bi wan dide nasîn. Şerê yek bi yek destpêdike. Hindik dimîne ku Menelaos zora Parîs’ê bibe, Xwedavend Aphrodîte tê Parîs’ê direvîne, Helen’ê jî dibe cem mêrê wê. Helen berê ji Aphrodîte re hêrs dibe dixeyîde, paşê jî ji mêrê xwe re.

Beşa IV.

Betalbûna Sonda: Dagerandina Agamemnon ya Li Ser Artêşa

Pevçûn di navbera Zeûs, Hera û Athena’yê li Olympos’ê diqewime. Hera, sonda Pandaros’ê bi Lykîalîyan dide betalkirin. Menelaos birîndar dikeve. Agamemnon, artêşa ku radibe şer kontrol dike. Şer destpêdike. Egîdên Akhayîyan yên wek Antîlokhos, Aîas û Odysseûs gelek Troyayîyan dikujin.

Beşa V.

Qehremanîyên Dîomedes’ê

Beş, bi giştî li ser qehremanîyên Dîomedes ku egîdê Akhayîya ne disene. Gewixandinek erjeng rûdide. Ji yezdanan Ares, Athena û Aphrodîte jî dikevine şer. Aîneîas û Dîomedes li hev dixin. Aphrodîte dikeve navbera wan, birîndar dikeve. Dîomedes, yezdanê şer Ares birîndar dixe.

Beşa VI.

Hevdîtina Hektor û Andromakhe

Hektor tê bajêr, dîya xwe Hekabe’yê dişine Perestgeha Athena’yê ku berpêşîyan dayne. Dîomedes û  Glaûkos’ê Lykîayî hevnas dertên û dev ji şerê navberên xwe berdidin, çekên xwe diguhurin. Hektor li ber rojavayê sûran rastî jina xwe Andromakhe û kurê xwe yê piçûk Astyanaks tê, sahneya malbatî rûdide.

Beşa VII.

Pevçûna Di Navbera Hektor û Aîas

Hektor bi Aîas ê kurê Telamon ku egîdekî bijarte yê Akhayîyane re yek bi yek şer dike. Beramber ji hev diqetin. Ji bo kuştîyan berhev bikin navber didin şer. Akhayî sûra dorpêç dikin. Li Olympos’ê yezdan dikevine gengeşîyê.

Beşa VIII.

Li Çîyayê Îda’yê Birêvebirina Şer ya Zeûs

Zeûs, îdareya Şerê Troyayê hildide destê xwe. Ji bona vê dertê jorahîya Çîyayê Îda’yê. Serdestî ya Troyayîya ne, Akhayî heta xendeka vedikişin.

Beşa IX.

Şandî Tên Cem Akhîlleûs’ê, Di Holika Egît de Gengeşî

Di civîna Akhayîyan de biryar tê hildan ku ji bo vegere şer şandî bişînin cem Akhîlleûs.  Aîas û Odysseûs wek peyamber tên hilbijartin. Akhîlleûs, wan baş pêşwaz dike, diezimîne, lê biryara xwe yê ku nekeve şer naguhurîne. Lava û ricayên Leleyê wî Phoînîks jî kar nake. Akhayî ku dibihîzin gelek xemgîn dibin.

Beşa X.

Odysseûs û Dîomedes Dertên Keşfê

Bişev komcivîn saz dibe. Rûspîyê Akhayîyan Nestor, pêşnîyar dike ku çavdêr bişînin wargeha Troyayîyan. Odysseûs û Dîomedes peywirdar dibin. Di rê de rastî Dolon ê ku çavdêrê Troyayîya ne tên. Piştî ku gelek agahî jê hildidin, dikujin. Hespên bi cisin yên Troyîyan direvînin û dizvirin.

Beşa XI.

Qehremanîyên Agamemnon

Di roja bîstûşeşê şer de pevçûna sêyem ya mezin diqewime. Agamemnon û Hektor rastî hev tên, Agamemnon, Dîomedes û gelek egîdên Akhayîyan yên din birîndar dikevin. Telaşî di nav Akhayîyan de dertê, Nestor, dilê xwe ji Patroklos’ê hevalê Akhîlleûs re vedike.  

Beşa XII.

Şerê Ber Dîwar

Troyayî diajon ser dîwar. Pevçûnek zor û zexm dertê. Lykîayî dîwar qul dikin.  Gewixandinek erjeng diqewime. Akhayî ber bi keştîyên xwe direvin.

Beia XIII.

Şerê Ber Keştîyan

Yezdan Poseîdon ê ku piştgirê Akhayîya ne ji Girava Semendîrekê li şer dinhêre. Li hember erîşa Troyayîyan, Aîasîyan diazirîne. Ji herd alîyan jî serketinîyên bikêr pêktê.  

Beşa XIV.

Xapandina Zeûs, Şaşmayîyên Akhayîyan

Hera, ji bo ku Zeûs bixapîne dek û dolaban digerîne. Çiçikên Aphrodîtê yên ku daxwaza cinsî hişyar dike hildide, xwe dixemilîne, diçe li Çîyayê Îdayê Zeûs dibîne û pêredibe. Piştî hevhebandinê Zeûs xew re diçe. Di heman demê de Poseîdon diçe alîkarîya Akhayîyan.

Beşa XV.

Erîşa Duyem ya Ser Dîwar

Zeûs hişyar dibe, ji Hera re dixeyîde. Poseîdon ji şer dûr dikeve. Zeûs, Apollon dişine cem Hektor. Hektor dîsa erîşê dîwar dike. Akhayî dîsa ber bi keştîyan direvin. Rewş ji bo Akhayîyan gelek xirab e.

Beşa XVI.

Destana Patroklos

Patroklos tê Akhîlleûs agahdar dike, heger Akhîlleûs nekeve şer bi biryar e ku wê bixwe here bikeve şer. Jê çek dixwaze.  Akhîlleûs, çeken xwe didê. Gava ku Patroklos bi çekên Akhîlleûs ve dertê pêşîya wan, Troyayî ditirsin. Paşê serokê Lykîayîyan Sarpedon bi Patroklos re şer dike û tê kuştin. Serokyezdan Zeûs ji qederê razî dibe, Sarpedonê kurê xwe feda dike. Li ber serê cinazê Sarpedon pevçûn diqewime. Patroklos, heta ber derîyê rojavayê berî Hektor dide. Bi alîkarîya Apollon, Hektor li Patroklos dide. Patroklos tê kuştinê.

Beşa XVII.

Qehremanîya Menelaos

Egîdên Akhayî, ji bo ku cinazê Patroklos ji destê Hektor rizgar bikin şer dikin. Lê Hektor çekên li ser Patroklos hildide. Hespên nemir yên Akhîlleûs digirîn. Zeûs, mezginîya serketinê dide Troyayîyan. Akhayî ji hev belav dibin. Cinazê Patroklos tê hildan û cab digihînin Akhîlleûs’ê.

Beşa XVIII.

Ji Akhîlleûs re Çekên Nû Çêdibin

Akhîlleûs, şîna Patroklos dike. Gazî Thetîs’ê dike, çekên nû dixwaze. Thetîs, ji yezdanê hesinkar Hephaîstos dixwaze ku çekan çêbike. Û destana çekan destpêdike.

Beşa XIX.

Akhîlleûs û Agamemnon Lihevtên

Thetis, çekan ji kurê xwe re tîne. Di civîna Akhayîyan de Akhîlleûs û Agamemnon lihevtên. Artêş çek girêdidin, amadehîya şer tê kirin. Nîşanîyên reş li Akhîlleûs ayan dibe. Piştî ku wê Hektor bikuje, wê mirina wî jî nêz bibe.

Beşa XX.

Yezdan Tev Li Şer Dibin

Yezdan li Olympos’ê dicivin. Zeûs destûr dide ku her yezdan gorî dilê xwe alîkarîya şer bike. Yezdan dibin du bendî: Hera, Athena, Poseîdon, Hermes û Hephaîstos dibin alîgirên Akhayîyan, Ares, Apollon, ArtemisLeto û Aphrodîte ji pişta Troyayîyan digrin. Akhîlleûs, rastî Aeneas tê, Aeneas ji qada şer tê revandin.

Beşa XXI.

Şerê Li Delavê Çem

Akhîlleûs wekî ku har bûye, kê derê pêşîya wî bêînsaf telef dike û diavêje çemên Skamandros û Sîmoeîs’ê ku ji Deşta Troyayê dikişin. Ava wan çeman bi xwînê sor gevez dibin. Yezdanê Çemê Skamandros hêrs dibe û ji cîhê xwe dertê berî Akhîlleûs dide. Di heman demê de yezdanê agir Hephaîstos xwe dide pêşîya ava çeman û wan bi alavên xwe ve dide sekinandin. Şer digihîje Olympos’ê, di nav yezdanan de pevçûn dertê. Akhîlleûs heta ber sûra Troyayîyan paqiş dike. Troyayî xwe diavêjne hundurê sûra.

Beşa XXII.

Mirina Hektor

Hektor tenê li dervayê sûra dimîne. Ji bo bikeve hundur Prîamos û Hekabe lava dikinê. Lê Hektor guh nade dê û bavê xwe. Hektor bi xwe re dikeve gengeşîyê, hinek jî ditirse. Yezdan tenê temaşe dikin. Di dawîyê de Zeûs qentera qederê hildide. Tasika mirina Hektor giranî dide. Apollo jî dev ji parastina Hektor berdide. Xwedavend Athena, dikeve şiklê Deîphobos’ê ku egîdek Troyayî ye, Hektor dixapîne. Hektor, dertê pêşîya Akhîlleûs. Pevdiçin. Hektor tê kuştin. Akhîlleûs, cinazê Hektor heft cara li dora sûrên Troyayê digerîne. Li dora sûran sahneyek xedar rûdide. Andromakhe dixeriqe.

Beşa XXIII.

Ji Mirina Patroklos re Pêşbazî Saz Dibin

Di artêşgeha Akhîlleûs de ji bo Patroklos merasim saz dibin. Akhîlleûs şîn dike. Patroklos tê şewitandin. Pêşbazî saz dibin.

Beşa XXIV.

Priamos Cinazê Hektor Hildide, Şîna Hektor Têkirin

Bişev. Qral Priamos, bi alîkarîya yezdan Hermes ji bo ku cinazê Hektor hilde diçe holika Akhîlleûs. Priamos û Akhîlleûs xeber didin, Akhîlleûs nerm dibe, cinazê Hektor dide bavê wî. Priamos, bi cinazê Hektor ve tê hundurê sûrê Troyayê. Şîna Hektor têkirin. Neh roj ji bo agirê Hektor dar tênkişandin. Di roja dehan de bi merasîma cinaze ve Îlyada têgirtin.

Karekterên Sereke

Nach oben scrollen