Navdarên Sereke yên Seregolê

Elmecîd Beg (1860-1930)

Serokê Eşîra Sîpkî ye. Elmecîd Beg piştî damezirandina Alayên Hemîdîyeyan de dibe serokên Alayên eşîra xwe  û  di şerê cîhanê a yekemîn de li hember artêşa Ûris şer dike û Agirîyê, Qersê û Erzeromê diparêze. 

Di sala 1930’an de, li ser birînek ku di şer de  di çoka wî de peyda bûye û dibe kangren,  li Bazîdê di nexweşxaneya leşkerî de şehîd dikeve.

Mexberê wî li gundê Meter a İntabê, li kêleka Şêxê Şehîd e.

Hesenê Gogo - Evdilmecîd

Xalis Beg (1889-24 Îlon 1977)

Di serhidana Agirîyê (1926-1930) de bi Îhsan Nûrî Paşa, Biro Heskê Têlî, Ferzende û Ardeşîr Mûradyan ve seroktî û pêşengtîya serhildanê kirî ye. Di demajoya serhidanê de, di muzakereyên bi Komara Tirkîye’ye re wekî delegeya Komara Agirî’yê wezîfe hildaye. Piştî têkçûna serhildanê diçe derbasî Îranê dibe, ji wir diçe Başûr, salek du sal li cem Mele Mistefa Barzanî dimîne.

Piştî efûyê dizvire welat. Di navbera salên 1946-1960’an de, di Partîya Demoqrat ya Adnan Menderes de dibe parlementerê serdemên 9. 10 û 11. ya Agirî’yê.

Xalis Beg, di dîroka Parlementoya Tirkîye’yê de, parlementerê yekemîn e ku zimanê xwe yê zikmakî wek Kurdî dide qeydkirin.

Xalis Beg, piştî Derba 27 Gulanê mişextê Yassiada’yê dibe. Li wê derê tê darezandin. Ji ber ku Tirkîtî zêde nizanibîye, xwe him bi Tirkîtî him jî bi Kurdî diparêze. 

Li hemder sûcdarkirina ku makezagon binpê kirîye de xwe wiha diparêze: “Vallahi Hâkim Bey, Anayasa’nın ayaklarımızın altında olduğunu bilseydim hiç çiğner miydim ?”

Ji alîyê Dadmendîya Bilind a Yassiada ve 10 sal cezayê hepsê dixwe. Piştî cezabirînê dişînin Hepsa Qeyserîyê.

Hevalê wî a nivîngehê Abdülmelik Firat, di pirtûka xwe ya bi navê “Firat Mahzun Akar” de behsa serpêhatîyên Xalis Beg dike.

Xêncî vî, Samet Ağaoğlu ku wezîrek ji kabîneya Menderes e, di pirtûka xwe ya bi navê “Marmara’da Bir Ada” de, behsa helwest û ûslûba wî yê bi espirî, yên di mehkemê de li hember hakim, dike.

Reşîdé Panosé Xalis Beg

Evdalé Zeyniké (1800-1913)

Di sala 1800 de li gundek Seregolê, li Cemalverdî tê dinyayê. Navê bavê xwe Mistefa, navê dayîkê Zeynê ye.

Evdal hê 3 salî bû ye bavê xwe winda dike. Dîya wê bi serê xwe Evdal mezin dike. Ji ber vî jê re dibêjin “Evdalê Zeynikê”

Evdal li Cemalverdî heta 30 salîya xwe rêncberîyê dike. Piştî 30 salîya xwe, tê gotin ku Evdal xewnek dibîne, nexweş dikeve û bi mehan ji nav nîvîna dernakeve. Evdal di demajoya pakbûnê de dest bi melodîyan dike û klam jê tên… 

Her wiha Evdal, dibe dengbêjê Seregol û Serhedê. Navdengê wî diçe digihîje Surmelî Mehmed Paşa. Paşa, Evdal hildide dewat û dîwanên xwe, Evdal dibe dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa.

Evdal di wan deman de du dengbêjên bin av û deng, di dîwan û dewata de têk dibe. Tê gotin ku Şêx Silê sê roj, dengbêja File Gulê ancak dikare 7 roj li ber Evdal berxwe bide. Evdal her wiha dibe “Şahê Dengbêja…”

Her çiqas ku hezkirîyên wî, ewî wek şahê dengbêja bin av dikin jî, ew her tim dibê “ez bavê Temo me” û di kilamên xwe de her gazî Temo dike …

Gava Surmelî Mehmed Paşa li ser navê Dewleta Osmanî diçe Kozanê, ser Avşara, diçe Edenê  ser Kozanoğlu Evdal jî pê re ye.

Rêya sefera Kozanê ji Dersîm re derbas dibe. Hevnasîya Evdal ya bi Dersîm re û kilamên li ser Dersîmê ji vî seferê tê.

Huseyînê Mûşê | Evdalê Zeynê

Nach oben scrollen