
Nîetzsche dibê “jîyan, jan kêşanî ye, lê di jîyanê de mayîn, di vê janê de ditînayîya wateyan e.” Jixwe jîyan, diyarîyek bilindtir ya zindîya ne.
Bêguman di nav zindîyên ku heta niha hatine zanîn de yên herî biaqil, yên xwedî bîr û bawerî, yên xweyî hêvî û rêwîyên pêşerojê, hosteyên wateyên fizîkî û metafîzîkî, çêkerên çîrokan, qewlên ezmanî û xwezayî, mîmarên şaristanîyan, însan e. Însan him bi xûy him jî bi exlaqê xwe ve xwedîyê hunera bilind û serketî ye.
Însan, gava ku di xwezayê de çevê xwe vekirîye, tenê û tezî, birçî û jar bûye. Di serdêmên ewil de zor karibîye xwe biparêze û bisitire. Lê xwedîyê aqil û fedaset bûye û serketîye. Berê zikê xwe têr kirîye û sazîya wê avakirîye. Ji bo nêçîrvanîyê refleksên xwe fire kirîye û çek û rextên hoveber, kevnare çêkirîye. Paşê cîhê sitarê dîtîye û di şikeftan de agir vêxistîye.
Însan piştî ku ewlekarîya xwe bidestxistîye, li pey wateyan ketîye. Ol, felsefe, mîtolojî, exlaq, hiqûq û sîyaset her wiha zayîne. Yezdan, milyaket, mît û qehreman afirîne. Û helbet huner jî….
Heykel, wêne, muzîk û nivîs huner û serketîyên sereke yên merivahîyê ye. Jixwe nivîs bi tena serê xwe bûye mêjî û arşîva dîroka însanetîyê. Ji şikefta Altamîra bigre heta qeydên Sumera, deftera şaristanîyan bi saya nivîsê, hatîye gihîştîye roja me.
Nivîs, me li seranserê dîrokê û dunyayê digerîne, me li kûrahîya dîrokê dixe, li serdema me derdixe. Homeros ku nivîskarê destanên Îlyada û Odysseîa ye, me digre dibe Serdemên Antîk, Subhuti ku şagirtê Bûda bûye, bi ”Sûtra” yan ve weez û doktirîna Bûda digîne me. Murasaki Shikibu, bi romana xwe yê bi navê “Şûşanîk” ve ku romana yekem ya dunyayê tê qebûl kirin, me dibe qesr û bircên Japonyayê.
Dostoyevski, Tolstoy, Hûgo, Balzac, Shahespeare, Orwell, Hemigway, Steinbeck, Dickens û Gorkî dûmahîkên ku yekcar tên bîra min yên klasîkên dunyayê ne. Me bi serpêhatîyên dunyayê, bi eşq û janan, ketin û rabûnan, bi mêr û jinan, qîz û xortan dihisînin. Em bi saya wan bi dunyayê, bi serpêhatîyên dîrokî, bi civak û cumaetên paşerojan dihisin.
Dîsa hemdemîyên me yên wek Yaşar Kemal, Orhan Pamûk, Sebahattîn Alî yên ku di wêjeya Tirkîtîyê de şop hîştine, me li nav gelên Enedolê digerînin, geh li Çûkûrovayê, li ser pişta hespa dikin, geh li Qersê di bin berfê de dihêlin, geh li nav baxçeyên zeytûn yên Ege”yê de digerînin.
Bi beranberî van, di wêjeya Kurdî de jî kevirên giran hene ku ziman, çand û rihê netewî ya gel vejandine.
Di Wêjeya Kurdî de Mehmed Uzun
Wêjeya Kurdî ya nivîskî bi dîwanên helbest û qasîdeyan ve tijî ye. Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Batê, Ahmedê Xanî, Şerefxanê Hekarî û Cîgerxwîn serekeyên pêşketî yên wêjeya Kurdî ne.
Dîsa gelek nivîskarên birûmet ji nav Kurdên Qafkasê jî derketine. Yên wek Casîmê Celîl, Xelîlê Çaçan, Erebê Şemo, Celîlê Celîl, Hecîyê Cindî û Keremê Anqosî û hê gelekên din ku dikare were rêzkirin hene.
Mehmed Uzun jî ji baskên van pênûsên bihêz e. Di nivîs û romanên xwe de Kurdîyek zelal, sivik û herak bikaranîye. Dikare bê gotin ku zimanek modern di pirtûkên xwe de pêşberî xwendevanên xwe kirîye. Kurdîya wî ne di bin tesîra Erebî û Farîsî de ne jî dî bin tesîrsa Tirkîtî de ne. Ew bi zimanek ku xwerû bi Kurdîye çîrok û serpêhatîyên Kurda li ser kaxizên spî bi hostatî reşandîye.
Wek li jêrê jî me pêşkeş kirîye, gelek berhemên xwe hene. Bi giştî û bi granî bi romanên xwe ve tê nasîn. Lê çend berhemên wî yên lêkolînî û serpahatînî jî hene.
Gava behsa romanên Mehmed Uzun dibe, divê çar berhemên sereke jibîr were. “Sîya Evînê, Bîra Qederê, Ronî Mîna Evînê – Mirin Mîna Tarîyê û Hawara Dîcleyê” li ser dîroka nêzîk û serpêhatîyên civak û cumaeta Kurdên Tirkîyayê disekinin.
Jixwe her sê yên ewil dikare wekî rêzeroman jî were qebûlkirin. Ji ber ku bûyer û rûdanên ku li pey hev qewimîne nivîsîye.
“Sîya Evînê”, bi şexsîyeta Memdûh Selîm Beg ku ronakbîrek Kurd e û ji dema dawîya Osmanî, destpêka Komarê ve behsa nefîyên ronakbîra û têkçûyîna serhildana Agirîyê dike.”Bîra Qederê” behsa jîyana Celadet Elî Bedirxan û Kurdên ku li Lûbnan û Sûrîyeyê sirgûn mane dike. Jixwe “Ronî Mîna Evînê – Mirin Mîna Tarîyê” jî wek tê zanîn li ser rûdanên van axirîyan disene. Roman bi dawîya trajedîk ya Baz û Kevok ve diqede.
Herkes qebûl dike ku di roman û berhemên Mehmed Uzun de ziman û wêjeyek bihêz heye. Di wê zimanê bihêz de evîn jî heye şer û tekoşîn jî, pêkanîn jî heye têkçûyîn jî, xwezî û xeyalên ronakbîran jî heye, dîrok û serpêhatîya Kurda jî…
Di roman û berhemên Mehmed Uzun de trajedî û drama gelekî, bi ketin û rabûnan, bi şer û dewan, bi hêsîrê çevan, bi sirgûna mêran û lorîna jinan, çi hebe di neqşa dîroka Kurda de, cîh girtîye.
Jîyana Wî
Di sala 1953an de li Sîwerekê hatîye dunyayê. Di dibistanên sereke de rastî Tirkîtîyê tê. Piştî zaroktîyê di xortanîya xwe de polîtîze dibe. Di derbeya leşkerî ya 1972an de tê girtin û dikeve Hepsa Leşkerî ya Dîyarbekrê. Li wê derê bi alîkarîya Mûsa Anter û Ferît Uzun ve hînê nivîsa Kurdî dibe. Piştî salekî ji hepsa Dîyarbekirê hildidin dibin dixine Hepsa Leşkerî ya Mamakê. Gava li wir girtî bûye, di sala 1974an de bi qanûna efûyê ji hepsê dertê û digihîje azadîya xwe.
Piştî demajoya xwe ya hepsê di sala 1974an de dest bi Dibistana Teknîka Bilind ya Enqerê dike. Gava li wir dixwîne, di 21 Adara sala 1976an de, bi hin hevalên xwe ve Weşanxaneya Komal saz dike û dibe rêveberê kovara Rizgarî ku bi Kurdî û bi Tirkî diweşîya.
Li ser wan xebatan ve tê girtên û di mehkemê de bi zimanê xwe ya zikmakî ve xwe diparêze. Piştî ku tê girtên di Îlona 1976an de tahlîye dibe û bi pasportek sexte ve ji Tirkîyeyê dertê.
Berê diçe Tûnûsê, paşê Sûrîyeyê û ji wir jî diçe Swêdê. Piştî Derbeya Leşkerî ya 12 Îlonê, di sala 1981an de ji welatîyê Tirkîyeyê tê derxistin. Heta sala 2006an de li Swêdê dimîne.
Mirina Wî
Di salan 2006an de bi nexweşîya penceşêr dikeve. Di sala 2007an de tê Dîyarbekrê lê di heman salê de, ji ber nexweşîyê jîyana xwe ji dest dide. Mexberê wî li Goristana Mardînkapî de ne.
Berhemên Wî
- Mirina Kalekî Rind, Roman (1987)
- Siya Evînê, Roman, (1989)
- Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Roman (1991)
- Destpêka Edebiyata Kurdî, Lêkolîn (1992)
- Hêz û Bedewiya Pênûsê, Serpêhatî (1993)
- Mirina Egîdekî, Destan-Şîn (1993)
- Antolojiya Edebiyata Kurdî, Antoloji, du cîlt (1995)
- Bîra Qederê, Roman, (1995)
- Nar Çiçekleri, Serpphatî (1996)
- Ziman û Roman, Hevpeyvîn (1997)
- Dengbêjlerim, Deneme (1998)
- Ronî Mîna Evîne – Tarî Mîna Mirinê, Roman (1998)
- Zincirlenmiş Zamanlar Zincirlenmiş Sözcükler, Deneme (2002)
- Hawara Dîcleyê, Roman (2002)
- Dicle’nin Sürgünleri, Roman (2003)
- Xelatên Wî
- Yekitîya Weşangerên Tirkîyeyê – Xelata Reman û Îfadeya Azad- 2001
- Înstîtûya Kurd ya Berlînê – Xelata Wêjeyê – 2001
- Xelata Pênûsa Azad ya Torgny Segerstedt – 2001
- Xelata Stîna-Erîk Lundeberg – 2002 (Akademîya Swêd)
- Xelata Rûmetê ya Rêveberîya Herema Kurdistanê – 2005
- Xelata Rûmetê ya Şarederîya Dîyarbekirê – 2005